HDP bi serket Daîş Wenda kir

Demirtaş û bi harîkariya hevalên xwe Mîna Osman Baydemir/Altan Tan/ Sekreterê Giştî yê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê Herketa Azadî Adem Geverî û hewd di vê hilbijartinê da hemû reng û dengê Kurdistanê kirin yek. Ev ne bes bû, di Kesayeta Demirtaş de Çepgir û Kemalîstên Tirka jî piştgirî da HDPê

Bilal ADLIG

12.06.2015, Cum | 21:09

HDP bi serket Daîş Wenda kir
Makaleyi Paylaş
Siyaseta Kurdistanê mîna miruv ji agirê cehnimê (Dojeh) bireve ye..

Ji ber ku miruv an di nav Tevgera Azadiyê (PKK) de ye an jî bê qîmet e li ber çavê gel.

Mixabin ev rastiyeke û rastiyek tahl e jî.

Heta miruv dikare bibêje Endamtiya AKPê ji ya PAK, HAK-PAR û HUDA-PARê bi qîmettir e di çavê gel da.(Ev texmîne ke ne fikra min e)

Ji ber çi ev yek wisa ye.?

Li gor nêrîn û zanebûna min Midya Tevgerê, Endamên Tevgerê û Partîzanên Tevgerê tevlî dildarên Tevgerê va vê yekê diçirisîn in nav miruv.

Heger tu ne endam û terafterê Tevgera Azadiyê (PKK) bî bi çavê xayîna li te dinêr in.

Ne tenê Endamê Tevgerê bi taybetî jî Gel li Siyasetmedarên Ne PKKyî wek xayîna dinêr e.

Bi rastî ev xetereyek e.

Xetereyek mezin e.

Di Pêşerojê da wê tiştên Xirab bîne serê Kurd û Kurdistanê.

Qistasa Xayîntiyê ne sekna Li hember PKKê ye.

Xayîntî xebat û çalakiyên li dijî Netewa Kurd e.

(Qesta min ne tu kes e.)

Belê li gor fikra gel yên ku Xayînbûn (Tirşikçî)

di vê hilbijartinê da bi awayekî rasterast piştgirî dan Tevgera Azadiyê û kirin ku Heraket bikeve Parlementoya Tirkiyê.

Ne bi Hevpeyvmaniya tu Partî an jî Cimeata Tirk.

Rasterast bi Piştgiriya Kurdên Mihafazakar û Neteweperwer.

Encamên Hilbijartina Tirkiyê vê yekê da ber çava ku Siyaseta Dimoqratîk û Legalîzebûn destê Kurda bi hêz dike.

Brêz Ocelan ji 2013a ve qala serkeftina siyaseta Legal dike.

Heta niha Mît û Alîgirên Leşker yên Tirkiyê derfeta vê ne didan Kurda.

Lê piştî Newroza 2013a Brêz Ocalan pêşî li Êrîşê wan girt.

Wek hûn dizan in bi dehan cara Provokasyon bi destê Îqtîdara Tirkiyê çêbûn lê Brêz Ocelan û Brêz Demirtaş pêşiya wan girtin.

Tirka çiqas êrîş kir Brêz Ocelan û Demirtaş hewqas gotin Dimoqrasî û Siyaset.

Bi rastî jî Brêz Demirtaş her serkeftî derket û piştê li Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan şikand.

Xwiyaye ku Erdoğan Wenda kiriye.

Gelo Serkeftî kî ne û çi ye..

Li gor Nêrîna min Serkeftî Neteweperweriya Kurd û Kurdistanê, Brêz Demirtaş û Mihefezakarê Kurd yên Şafiî ne..

Ez wek Sirrî Sireyya Onder nafikirim û fikra wî ku digot \"Dengê Emanet li cem me hene em di hişyariya wan de ne\"

Dengên ji me re hatin ne dengên emanet yê Tirka ne.

Ew deng, dengên ku bi emanet ji AKP ê re diçûn yê Kurdê dîndar in.

Her çiqas pêdiviya me bi zanebûna siyasetê hebe hewqas bi Heqiyê jî heye.

Dema miruv Analîza bike dibe miruv bi Rastiyê bike.

Heger miruv dev ji heqqiyê berde wê demê miruv tenê dibe piştevanê Birdoza xwe.

Lê em ji bîr dikin tiştê heq heq e.

Ew dengên ku HDPê bi serxistin Dengê Kurdê Şafiî û Dîndar e.

Ji bo mînak li Dengên AKPê yên Bajarê Kurdistanê binêrin.

Tevlî Meletî/Riha/Semsûr/Çewlik/Elazîz/Erzirom û Hewd..

Piştî lêkolînek ne zanistî be jî miruv vê encamê baş dibîn e.

Demirtaş bir ser ket ji ber ku ev 20 sale Tevgera Azadiyê nikaribû Kurdên Neteweperwer û Dîndar û Çepgir bigihijîn e hev.

Demirtaş û bi harîkariya hevalên xwe Mîna Osman Baydemir/Altan Tan/ Sekreterê Giştî yê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê Herketa Azadî Adem Geverî û hewd di vê hilbijartinê da hemû reng û dengê Kurdistanê kirin yek.

Ev ne bes bû, di Kesayeta Demirtaş de Çepgir û Kemalîstên Tirka jî piştgirî da HDPê

HDP û Fikra Tirkiyeyîtiyê bi serketin lê Serkeftin bi xêra Hişmendiya Neteweperweriya Kurdistanê ye.

Kurda ji bo Kobanî

Ji bo Şingal

Ji Bo Êrîşên Daîşê rawestin bi destê hevgirtin.

Ev hilbijartin ne hilbijartina Parlementoya Tirkiyê bû ev hilbijartina Alîgirê Daîşê yî an Alîgirê Kurda bû.

AKP bi serketa wê Daîş jî bi serketa.

AKP bi serketa wê Kurd û Kurdistanê li her sê Aliyê Kurdistanê wenda bikira.

HDP bi serket, Kurd û Kurdistan bi serket..

5204 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:00:13:10
x