Dewleta Kurd

(Şiir diliyle bağımsızlığı ilan etmek)\nMervan Nasim dibêjim,\nPîroz bi li Kurdistan,\nJi kêfa lâl û gêjim,\nBijî Bijî Kurdistan

Mervan Nasım

11.03.2015, Çar | 19:45

Dewleta Kurd
Makaleyi Paylaş
- I -

Roja me kurda hilat,

Şewka xwe da cîhanê…

Şoreşa kurd bi serket

Pîroz li Kurdistanê

- II -

Li ser çîya yê Berzan,

Û li hawîr Kurdistan…

Berbakin âl’a rengîn,

Bêjin bijî Kurdistan…

- III -

Li ber mala milletan,

Âl’a kurd li darxînin…

Vê nîşana bindestan,

Dest bi dest bigerînin…

- IV -

Em bêkes û bindest bû

Li ser av û axa xwe,

Kesekî dest nedan me

Ji cîhana ser bi xwe…

- V -

Em îro ser bilindin,

Bi şerr û şehîdên xwe…

Em xwedî tac û textin,

Bi âl û dewleta xwe…

- VI -

Li çar havîr em yekin,

Yek serî û yek destin…

Ev ne xeyal û xewnin,

Êdî em ne bindestin…

- VII -

Em keç û xortên kurdin,

Natewin û natirsin…

Kêr ser stûyê me bin,

Emê bi kurdî bimrin…

- VIII -

Bijî bijî serxwebûn,

Pîroz bi li Kurdistan…

An mirin an goristan,

An azadî Kurdistan…

- IX -

Em zarokên arî’yi,

Kardox û Mittani’yi…

Ewîn Kurdistanî yi,

Şopdarên Berzanî’yi…

- X -

Li ser ax û ava me,

Li ser me bûn efendî…

Wan wêran kir war li me,

Em man bindest bê xwedî…

- XI -

Li şikeft û newalan,

Mirî û kuştîyên me…

Ma qet bê xwedî diman,

Go heba dewleta me…

- XII -

Go em xwedî dewlet ba,

Azad û serbixwe ba,

Û em kurd ji dil yek ba,

Qey halê me wê ev ba…

- XIII -

Ma go serxwebûn hebi,

Parsekparêzî çiyi…

Dewleta te tune bi,

Tu xwedyê xwe û çiyi…

- XIV -

Ev roja dîrokî yi,

Bê hempa û bi rûmet…

Cejna gellê arî’yi,

Em kurd îro bûn dewlet…

- XV -

Ji serxwebûn şaş nebin,

Bes bi xapin wek gêja…

Li ber neyar netewin,

Mîna kurd, kurd’en hêja…

- XVI -

Zava bi text û dewlet,

Bûk bi tac’a zêrrini…

Dâweta kurd li dar ket,

Govendê digerîni…

- XVII -

Go weri ziman, dîrok,

Bi bombe û gaz û jahr…

Çend hezar keç û zarok,

Ji xwîna wan, çê bû bahr…

- XVIII -

Go kurd nemînin jî yek,

Âl’a kurd wê li ba bi…

Belê, go em nebin yek,

Emê her dem riswa bi…

- XIX -

Em man bê kes û kuştî,

Li newalan û çema…

Rizyan, li me dest û pî,

Dema em bê dewlet ma…

- XX -

Mervan Nasim dibêjim,

Pîroz bi li Kurdistan,

Ji kêfa lâl û gêjim,

Bijî Bijî Kurdistan….

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

5779 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:21:17:25
x