Şehit Hucam’ın heykeli açıldı

IŞİD tarafından yakalandıktan sonra kafası kesilerek infaz edilen Şehit Peşmerge Hucam Surçi’nin heykelinin açılışı yapıldı.

15.03.2015, Paz - 09:16

Şehit Hucam’ın heykeli açıldı
Haberi Paylaş
IŞİD tarafından yakalandıktan sonra kafası kesilerek infaz edilen Şehit Peşmerge Hucam Surçi’nin heykelinin açılışı yapıldı. Berdereş kasabasına bağlı Roviya köyünde bugün düzenlenen törenle Şehit Hucam Surçi’nin heykelinin açılışı yapıldı.

Hucam Surçi’nin, IŞİD’e esir düştükten sonra 27 Ocak’ta yayımlanan bir videoyla infaz edildiği ortaya çıkmıştı. Geride 11 yetim bırakan Şehit Hucam’ın infazı, Kürdistan’da ve dünyada büyük tepkilere yol açmıştı.

Şehidin katili Mofak Esed İskender’in, 2 Mart’ta Musul’da, örgü üyesi bir Kürt tarafından kurşuna dizilerek etkisiz hale getirildiği bildirilmişti.

TU TEKANE DILXWEŞIYA MIN Î

Kêliyek bi şûn de ew ê min şerjê bikin;

Bi xatirê we hezkiriyên min,

Dayika min, hevsera min, zarokên min...

Kêliyek bi şûn de e wê min şerjê bikin!

Destê ku li ser serê min digere, hovê ku li pişt min dihelikê,

Hûn bizanibin wê çawa hundirê min xwîn dike.

Min xwest xwe rast bikim, biqîrim:

Hûn vê fermanê ji kîjan olî, ji kîjan xwedayî, ji kîjan zagonê distînin?

Fêhm nakin ez dizanim, fêhm nekirin jî...

Ji ber vê ye êşa min,

Ji ber vê ye nêrîna min ya melûl, bêdeng, waqûr.

Ka ku ez careke din karibim werim,

Bikarîba stêrkan, heyvê, rojê, tavê bidîta,

Dibe ku min karîbûya ragirta vê êşa.

Lê ez dizanim,

Serê min yê ku beriya wextê xwe hatiye jê kirin,

Sînga min a ku bi êş behnvedide,

Çavên min yên bê ronî,

Bedana min, lêva min, devê min, pozê min,

Û jiyana şêrîn ya ku ji min re hatiye veqetandin,

Wek kulîlkên mîna tundî hatîbe çinîn ew ê hişk bibe û herin...

Tu tekane dilxweşiya min î ;

Çûyîna min î giranbûha,

Pevguherîna min welatekî bi zarokan tîje,girs û azad.

Kêliyek bi şûn de ew ê min şerjê bikin;

Bi xatirê we hezkiriyên min,

Hogirên min, bîranînên min, rêhevalê min bi xatirê we!

2.02.2015, Zürich

Wergerandin: Xelîlê Ezîza

* * *

2. Çeviri

DILXWEŞÎ YA MIN

Heta gavekî ser jê kine min!

Bi xatirê we hezkirîyên min,

Dayika min, bermalya min, zarokên min…

Heta gavekî ser jê kine min!

Ew destê li ser serê min digere, ew hêlma mirovxwerê pişt min sekinî

Hûn bizanibin ku çawa hundirê min xwîn dike

Dixwezim gavekî xwe rast bikim, bikim qêrîn:

\"Ji kîjan olî, kîjan Xwedayî, kîjan zagonî hildidin vî fermanî ?\"

Fêhm nakin dizanim, fêhm jî nekirin…

Êşa min ji we ye

Mêzkirina mina mehsûn,bêdeng û hêmin ji we ye

Ka ez bikarim carek din werim,

Bikarim stêrkan, hîvê, ro û rojê carek din bibînim

Belkî ezê wê çaxê bikarim rakim vê êşê

Lê dizanim,

Serê min yê bêwext hatîye jê kirî,

Sîngê min yê bi êş hêlm girtî

Çavên min yên bê ronî

Laşê min, lêvê min, dev û pozê min

Jiyana ji bo min hatîye veşartî, jiyana şêrîn

Wek kulîlkên mîna tundî hatîne qetandî hişk bine û herne...

Dilxweşî ya min ew e ku;

Çûyîna min pir bihaye,

Tirampeya min ya welatekî mezîn, bi zarokan ve tijî û azad.

Heta gavekî ser jê kine min!

Bi xatirê we hezkirîyên min,

Hogirên min, bîranîyên min, rêhevalên min,

Bi xatirê we!

2.02.2015, Zürich

(Wergerandin: Mistoyî HECO).

Nerina Azad
Bu haber toplam: 6054 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:07:13:07
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x