Mustafa Özçelik: Navê Min Alan e

Ez li ber perava bêdengîya mirovahîyê razayî me. Ne xuşexuşa pêlan û ne jî hênikahîya avê, ne dengê qeqlîbazan û ne jî tîrêjên rojê; tu tiştî nabihîzim, his nakim...

03.09.2015, Per - 19:26

Mustafa Özçelik: Navê Min Alan e
Haberi Paylaş

Ez li ber perava bêdengîya mirovahîyê razayî me. Ne xuşexuşa pêlan û ne jî hênikahîya avê, ne dengê qeqlîbazan û ne jî tîrêjên rojê; tu tiştî nabihîzim, his nakim...

Ez zarokekî sê salî me. Alan danîne navê min. Di nava kefa şerma behrê de wendayî me.

Dizanim nuha hûn ji min re helbestan dinivîsînin, wêneyan saz dikin. Hûn behsa mafê mirovan dikin. Hûn bahsa kurdbûna min, bahsa bêsiûdiya miletê min dikin. Hûn digirîn…

Le dêya min, axx dayê, axx. Ez dizanim ku nuha ew berîya min mirîye. Vêya ji ku dizanim? Ji bîhna şîrê sêrokî dizanim.. Dizanim nuha ew saxek e mirî ye. Û dizanim nuha hûn bahsa rebenî, hustuxwarî, perîşanî û belengazîya dêya min jî dikin. Hûn kirinên xwe bidomînin, lê hûn nabinîn ku yên reben, yên belengaz hûn bi xwe nin, mirovahî bi xwe ye.

Êdî ez wan peyvên xemilandî, gotinên qurmiçî nabihîzim. Ezê nikaribim temaşeyî wê şanoya we bikim. Lê ji bo carekê be jî kurên xwe, keçên xwe têxin şûna min û lê temaşe bikin! Li zarokên xwe yên giyanê wan firyayî temaşe bikin. Lê ka ew wîjdan? Ez xelekek im ji vê şanoya bi bêdengîyê ve hûnayî.

Êdî bes e. Êdî bes e rêberên kurdan, êdî bes e “mezinên” me. We dewletek ji me re ava nekir. Qet nebe ji yên mayî re ava bikin. Êdî bi dû hûrik û mûrikan nekevin. Êdî her yek ji we nebêjin ez û ez. Êdî bibin yek. Bila vê carê jî nefire ew firseta li ber derîyê we razayî.

Navê min Alan e... Ez zarokekî sêsalî me. Ji Kobanîyê, ji Dêrsimê, ji Mehabadê me…Ji Şingalê , ji Helebçê, Ji Amedê me….Ez ji Kurdistanê me . Êdî bila Alanên din li ber peravên bêdewletbûnê nebin qurbanîyên bêwîjdanan. Ez dewletekê ji we dixwazim. 03.09.2015

Mustafa Özçelik/ Serokê Giştî yê PAKê

Nerina Azad
Bu haber toplam: 4044 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:16:51:16
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x