Zanyarî; hişyarî: Koçberên Kurdan û alikarî!

Zanyarî; hişyarî: Koçberên Kurdan û alikarî!\n\nDi vê heftiya dawî de berhemeke zanyarî bi almanî hatiye amadekirin.

15.10.2014, Çar - 04:48

 Zanyarî; hişyarî: Koçberên Kurdan û alikarî!
Haberi Paylaş
Zanyarî; hişyarî: Koçberên Kurdan û alikarî!

Di vê heftiya dawî de berhemeke zanyarî bi almanî hatiye amadekirin. Ev nivîsar (gotar) ji aliyê çapxana alman GRIN-Verlag ve hatiye weşandin. Nûsaf (Expertise) qedera 30 rûpelî ye. Mirov dikare bibêje ku navê wê bi kurdî ev e: „Îslamîsma tundrew û bingehên wê yên siyasî: Cîhad û Mînak“.

Lêkoler hêvî dike ku ev gotar (nivîsar) jidil bala we bikşîne; hun wê bixwînin û bidin xwendin; rexne yên girîng li naveroka wê bikin; bi heval û nasên xwe re berhemê bidin naskirin; berhem bibe cihê nîqaş û ronahiyê.

Hemû pere/dirav yên kirina wê wê yekser ji bo alîkariya koçberên Kurdan re bên şandin.

Berhem tev bi zimanê almanî ye û bi herawî bi îspat û spartek e. Ew bi alikariya gelek çavkaniyên cure cure hatiye amadekirin. Tê de agahiyên kurt û bingehî di derbarê Cîhadistên Îslamîst, armanc û hedefên wan; bawerî û îdeolojiya wan; cihad û cihên wê di çavkaniyên Îslamê de; pêxemberê Îslamê, şer û karûbarên wî, dewleta Îslamê ya pêşin (Medina) û bingehên wê li gor Quranê; \"çar xelifên dadimend\"; kiryar û dîroka wan; “serdema Îslamê ya zêrîn”; rêya şirovekirina Quranê li gor serdema me; tarîf û jihevderxistin cih digrin. Helbet berhem ji bo herkesî girîng e, lê zêdetir ji bo xwendevanên kurd, pispor û siyasetmedarên kurd, alimên Îslamê, rewşenbîr û nivîskarên kurd û hemû mirovên têkildar zarûrî ye.

Lêkoler hêvî dike ku ev berhem biçekî be jî bibe merhem û derman ji koçber û peneberên Kurdan re, bi hêviya gotar û naveroka wê kurdewarî û kurdperweriyê berztir bike û herwiha kirina vê pirtukokê bibe para piraniya me.

Dr.jur. Celalettin Kartal

Pisporê Qanûna Navnetewî, Şeri´etê û kêmaran

10/2014, Almanya

http://www.grin.com/de/e-book/282068/der-militante-islamismus-und-seine-sakralpolitischen-grundlagen

Titel: Der militante Islamismus und seine sakralpolitischen Grundlagen: Vorbilder und Jihad

Forschungsarbeit, 2014, 32 Seiten

Theologie - Islamische Religionswissenschaft

eBook für nur 12,99 EUR

Sofort herunterladen. Preis inkl. Mwst.

Format: PDF – für PC, Kindle, Tablet, Handy (ohne DRM)

Buch für nur 14,99 EUR

Versand gratis. Preis inkl. Mwst. Lieferzeit 2-5 Werktage.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 6294 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:17:39:32
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x